Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA — Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê, Yehya Serî, ragihand ku welatê wî û Ensarullah bi temamî tevlî têkoşîna li dijî rejîma Îsraîlê bûne, hem li Deryaya Sor û hem jî li ser axa dagirkirî.
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê di daxuyaniya xwe de got: “Em qedexeyeke giştî ya deryavaniyê li dijî dijmin li Deryaya Sor radigihînin û tekez dikin ku her cure hereketên siyonîstan dê bibe armanca leşkerî ya hêzên me.”
Yehya Serî bal kişand ser bersiva li hemberî aloziyan û got: “Em ê li hemberî her cure aloziyekê bi zêdekirina aloziyan bersivê bidin. Operasyonên me li gorî şert û mercên şer û bi beşdariya ‘Eksenê Cîhad û Berxwedanê’ tên berfirehkirin. Me bi rêze-mûşekekê hedefên hesas ên dijminê siyonîst li Tel Avîvê kirin armanc û mûşekan bi hûrgulî li cihên xwe dan.”
Li gorî ragihandina televîzyona El-Mesîre, Yehya Serî herwiha da zanîn: “Em tekez dikin ku mafê gelê me û gelên azadîxwaz e ku li hemberî êrişên Amerîka û Îsraîlê bisekinin. Em li hemberî dorpêça zalimane ya li ser gelê xwe û gelên ‘Eksenê Cîhad û Berxwedanê’ destewstî namînin.”
Di dawiya daxuyaniyê de, Serî tekez kir ku hewldanên dijmin dê hemû têk biçin û operasyonên wan heta ku êriş û dorpêç berdewam bin, dê bidomin.
................
Dawiya Peyam/
Etîket:
#Yemen #Ensarullah #DeryayaSor #Îsraîl #Berxwedan #OperasyonaLeşkerî #YehyaSerî
Your Comment